Kanala ROJAVA TV

BI JINOLOJÎ Û FELSEFEYA AZADIYÊ RE ŞOREŞEKE ZANISTÎ PÊK HAT

Rêber Apo di sala 2008’an de di paraznameya sosyolojiya azadiyê de, zanista Jinolojî weke persektîfek ji bo zanista jinê nîşan da.

Ji wê demê û heta niha, Jinolojî li Rojhilata Navîn û Cîhanê bûye bingeha azadiya civak û wekheviya di navbera herdu cinsan de.

Rêberê azad Rêber APO, jin wek rastiyekî civakî girtiye dest û hebûna jinê li gorî rastiya wê careke din penase kiriye.

Di sala 2008’an de Rêber Apo paraznameya sosyolojiya azadiyê weke persektîfek jineolojî ji bo zanista jinê nîşan dabû.

Ji wê dem-ê û heta niha jineolojî zanisteke çawa xwe ava bike, rêbaza azadiyê çawa birêkûpêk bike, pirsgireka zanista civakê çi ye, zanista civakê çawa rexne dike, lêkolîn dike.

Jineolojî; bi qasî ku li hemberî ji nû ve pêşxistina girêdana jinê ya bi jiyanê re berpirsyar e, di heman demê de li hemberî azadkirin û xweşikkirinê erk û berpirsyariyên dîrokî û rojaneyî dikeve ser milê wê.

Zanista Jinolojî ku ji aliyê Rêber Abullah Ocalan ve wekî pêşinyar derket holê, îro li Rojhilata Navîn û Cîhanê bûye bingeha azadiya civak û wekheviya di navbera herdu zayendan de.