Kanala ROJAVA TV

HEVSEROKA TEV- DEM’Ê RÛKEN EHMED ARMANCÊN KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ VEGOTIN

Hevseroka Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM Rûken Ehmed derbarê komploya 15’ê Sibatê de nirxandin kir û got, armancên komployê rêgirtina li ber şoreşa firkrî bû.

Her wiha Rûken Ehmed got, Bi komploya li dijî rêber Apo xwest rastiya desthilatê veşêrin.

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Rêber APO 25 sal in li grava Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de ye û di bin tecrîdeke girankirinî de ku li dijî tevahî yasayan e, li ber xwe dide.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ji Rojava TV re diyar kir ku armancên komployê rê li ber girtina belavbûna şoreşa Firkrî bû

Rûken Ehmed li ser fikirê Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir û da xuyakirin ku rêber Apo xwest ji tevahî cîhanê re bibêje:” dijmnayetî di nava gelan de tune ye, dijminê mezin desthilatdarî ye”. Ji ber wê komplo li dijî Rêbertî hate meşandin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî, Kurdistanî û pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina nirxên Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin.