Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA MINBICÊ LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ DA

Komîteya Şarederiya Gel a Kantona Minbicê derbarê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberên şarederiyê hat li darxistin.
Di semînerê de Hevseroka Komîteya Şarederiya Gel a Minbicê Mîdiya Mihemed axivî.
Mîdiya Mihemed behsa fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan kir û got, komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo bi destê gelek dewletên hegemon ku li dijî fikirê azadin û naxwazin aşîtî li cîhanê çêbibe, pêk hat.
Beşdarên semînerê ji Rojava TV re axivîn û gotin, azadiya Rêber Apo azadiya gelê bindeste.