LI HEMBERÎ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO BERTEK Û NERAZÎBÛN LI PÊŞ IN
Hevserok û Endamên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rojava TV re bertek û nerazîbûnên xwe ya li hemberî komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO nîşan dan û gotin, ji ber fikrê Rêbertî çareseriya hemû aloziyan bû, lewma dîl hat girtin.
Her wiha tekez kirin ku ew ê azadiya Rêber APO misoger bikin.
Îroj 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, hêzên hegemon bi komployeke tijî îxanet, Rêber APO girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin .
Dîroka 15’ê sibata sala 1999 an wekî dîrokeke reş û tarî di mejiyê gelê Kurd û dostên wan de hat nivîsîn.
Hevseroka Desteya Jin A Kantona Cizîrê Evîn Paşo komploya li dîjî Rêber APO şermezar kir û got, ji ber fikrê Rêbertî çareseriya hemû pirsgirkan bû, lewma dîl hat girtin.
Li aliyekî din, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Remedan Seyid Yûsif, 15’ê Sibatê weke rojeke reş pênase kir û got ew ê bêyî Rêber APO nikarin jiyana xwe bidomînin.
Malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re, her hefteyê 2 caran serî li Serdozgeriya Komarê Ya Bursayê Didin, lê hemû serlêdan bê bersiv dimînin.
Tenê di sala 2023’an de, 110 serlêdanên ji bo hevdîtina parêzeran û 59 serlêdanên ji bo hevdîtina malbatê bi Rêber Apo re bê bersiv mane.