Kanala ROJAVA TV

ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ CEJNA XIDIR ÎLYAS PÎROZ KIRIN

Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava li kantona Şehbayê, cejna Xidir Îlyas ku bi navê “Pêxon” tê nasîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Cejna Xidir Îlyas yek ji cejnên pîroz ên ola êzdiyatiyê ye, êzdî her sal di hefteya duyemîn a meha Sibatê de vê cejnê pîroz dikin.
Şahiya Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava li hola Mîtan a li navçeya Ehdas hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê, Rêveberiya kantonên Şehba û Efrînê axaftin hatin kirin û tê de, cejna Pêxonê li Êzidiyên Sûriyê û yên li dervayî welat hat pîrozkirin.
Şahiya cejna Pêxonê bi xwendina duayên ola Êzdayetiyê ji aliyê koma şehîd Cînda û ciwanên Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn-Şehba ve bi dawî bû.