LI ŞEHBAYÊ MERASÎMA ŞEHÎD SORXWÎN ROJHILAT Û AZADÎ DÊRIK HAT LIDARXISTIN
Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê, bi merasîmeke bi heybet şehîdên êrîşa dewleta Tirk a li dijî navenda Gaziyên Şer a Qamişlo bibîr anîn.
Merasîm li kampa Serdem bi beşdariya sazî, partiyên siyasî, tevgerên rêxistinî, partiyên siyasî û koçberên navçeya Ehdas her wiha koçberên kampa Serdemê hate lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyên Şer a Efrîn û Şehbayê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan banga têkbirina xiyanetê û bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadî û serkeftinê hat kirin.
di dawiyê de sersaxî ji malbata Şehîdan re hat xwestin û soza domandina xeta şehîdan hat nûkirin.