25 SAL DI SER KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ RE DERBAS DIBIN
Endamê desteya serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bi hevdîtineke taybet li gel Rojava Tv behsa armanc û dîroka komploya navnetewî ya li dijî rêber APO kir.
25’sal di ser komploya navnetewî ya li dijî rêber APO re derbas dibe.
Beriya 25’salan ji niha 40 dewletan bi serkêşiya Emerîka û Îsraîl komployek li dijî gelê azadîxwaz xêz kirin û di wê komployê de xwediyê fikra netewa demokrat û xwediyê riya çareseriya pirsgirêkên rojhilata navîn û doza kurd, rêber APO girtin.
Endamê desteya serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl behsa armanc û dîroka komploya navnetewî ya li dijî rêber APO kir
Aldar Xelîl got 15’ê Sibatê rojeke reşe ji ber ku mînaka bêbextiya cîhanî ye
Aldar Xelîl diyar kir ku Dîroka komployê vedigere beriya 100’ê salan, ku ji wê demê ve polîtîkaya qirkirinê li dijî gelê kurd tê meşandin
Çendîn komploya Navnetewî li dijî zagonên Ewropa, mîsaqa NY û lihevkirina cinêvê bû, lê hêzên komploger bi girankirina tecrîdê li dijî rêber APO berdewam e.