JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ, XELKÊN CIZÎRÊ LI QADAN NE
Îroj li 3 navendên kantona cizîrê xelk li qada ne, salvegera komployê şermezardikin û banga azadiya rêber APO dikin.
Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber APO îroj li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê meşên girseyî hatin lidarxistin.
meşa Qamişlo bi beşdariya xelkên Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê,Til Hemîs û Amûdê ji çerxereya osman sebrî destpêkir û li lîstiggeha şehîdên 12’ê adarê veguherî mîtîngê.
beşdarên meşê gotin ew li ser fikr û felsefeya rêber apo berwerde bûne lewma ew dest ji têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya rêber APO bernadin.