SAZIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN
Ji bo şermezakirina komploya 15’ê Sibatê, pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne.
Çalekvan li gel şermezarkirina Komployê, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.
Hevdemî salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li dijî RêberAbdullah Ocalan, gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyên cur be cur de ne.
Çalekvan li gel şermezarkirina Komplo û tecrîda giran a li Îmraliyê, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin..
Têkildarî mijarê, Saziya Gaziyên Şer ya Kantona Minbicê bi daxuyaniyekê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di daxuyaniya ku tê de bi dehan gaziyên şer û endamên saziya malbatên şehîdan amade bibûn de, bal hat kişandin ser 25mîn salvegera reş a komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî ya ku aramanc jê têkbirina projeya biratiya gelan û fikra neteweya demokratîk bû.
Li aliyekî din Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê jî daxuyaniyek li ser navê jinên kantona Minbicê, jinên herêma bakur-rojhilatê Sûriyê û jinên Sûriyê, ji raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de berxwedaniya Rêber Ocalan ku bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiyê xêz kiriye hat silavkirin , û hate destnîşankirin ku divê tecrîda 25 salan bi dawî bibe û êdî welatên cîhanê yên ku behsa aştiyê dikin, bêdengiya xwe bişkînin.
Li kantona Şehbayê jî, Dayikên Aştiyê yên Efrîn-Şehbayê daxuyaniyek li kampa Serdem xwendin.
Dayîkan di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hemû pêkanînên dijmirovahî şermezar kirin.