Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT DESTPÊKIRIN

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, dest bi çalakiya konvedanê kir.
Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û partiyên siyasî berê xwe dan bin konê çalakiyê.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin, Rêber APO tevahî gel li dora hev civandin û nûnertiya wan kir, ji lewre hate dîlgirtin.
Her wiha hat diyarkirin, çiqas dewleta Tirk tecrîdê giran bike, lê dê nikaribe rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber APO bigire.
Li gorî meclîsa malbatên şehîdan a kantona Reqayê dê çalakî sibe bi dawî bibe.