Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ DAKETIN QADAN Û BANGA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber APO, xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.
Xwepêşandêran bê navber dirûşmeyên Bijî Berxwedana Îmralî û bê Serok jiyan nabe berz kirin.
Di xwepêşandanê de axaftin li ser navên Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin kirin.
Axêveran gotin, girankirina tecrîdê nîşana têkçûna dewleta Tirk û rûxana desthilata faşîst e.
Xwepêşandana Dirbêsiyê bi silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû