JINÊN CIWAN BI PÊŞANDANA WÊNEYAN BAL KIŞANDIN SER KOMPLOYÊ
Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo ji bo balê bikşîne li ser jiyana Rêber APO, pêşangeheke wêneyan li dar xist.
Pêşangeh bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê li baxçeyê giştî hat lidarxistin.
Bi dehan endamên tevgera ciwanên şoreşger, jinên ciwan û welatiyên herêmê beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de 30 tabloyên ku jiyan û têkoşîna Rêber APO vedibêjin, hatin pêşandan.
Her wiha parêzname û pirtûkên Rêber APO jî hatin danasîn û li ser beşdaran hatin belavkirin.