CIWANÊN HERÊMÊN RIZGARKIRÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO DEST BI MEŞA DIRÊJ KIRIN
Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dest bi meşa dirêj kirin.
Meş bi beşdariya ciwanên her sê kantonan sibeha îro ji Tebqayê dest pê kir û dê ciwan heta sibe ber bi Reqayê ve bimeşin.
Di meşê de pankêrt û dirûşmeyên Hûn nikarin roja me tarî bikin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, hatin berzkirin.
Her wiha ciwanan tekez kirin ku, heta ew Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad nekin, dê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ber bi Reqayê ve dimeşin û dê sibe tevlî meşa giştî bibin.