GAZIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ NAVENDA GAZIYÊN ŞER A QAMIŞLO ŞERMEZAR KIRIN
Di çarçoveya bertekên gel û şermezarkirina êrîşa hovane ya li dijî Navenda Gaziyên Şer a Qamişlo de, Endamên Saziya Gaziyên Şer a Efrîn û Şehbayê ji Rojava TV re axivîn û êrîşa li dijî Gaziyên Şer wekî sûcekî li dijî zagonên navnetewî binav kirin.
Dewleta Tirk a dagirker a ku bi ti awayan têkçûna DAIŞ’ê qebûl nake, êrîşan pêk tîne û her tim dixwaza tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne.
Dewleta Tirk a dagirker li gel hedefgirtina binesaziya herêmê, vê carê jî bi balefirên bê mirov navenda gaziyên şer ên li dijî terora DAIŞ şer kirin û parçeyên laşê xwe winda kirin, bombebaran kir.
Derbarê de Endamê Saziya Gaziyên Şer a Efrînê û Şehba Gîvara Şoreş diyar kir ku, êrîşên Tirkiyê berdewamiya terora DAIŞ’ê û tolhildana têkçûna wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Endamê Saziya Gaziyên Şer a Efrînê û Şehba Hesen Ebdo jî got, ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe didin, her wiha bêdengiya hêzên li ser xaka Sûriyê wekî şermekê pênase kir.
Hêrsa gel û gaziyên şer a li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker, vîna wan a ku nayê şikandin nîşan dide, her wiha tekezî li ser vê yekê dike dê rihê wan a berxwedanê têk neçe.