Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN QAMIŞLO KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo li hemberî komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê banga bilindkirina asta tekoşînê kirin.

Her wiha Mecilsê tekez kir ku, ew ê bi tekoşîna xwe Rêber APO fîzîkî azad bikin.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê sibata sala 1999’an bi komployeke navnetewî dîl hat girtin.

Ji dema komployê ve û heta niha Rêber APO li greva Îmraliyê rastî bêhiqûhiyekê tê û di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Bi nêzhatina salvegera 25’an a Komploya 15’ê sibatê, gelên azadîxwaz li ser piyane û çalakiyên cur be cur li dardixin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Qamişlo diyar kirin ku heta azdiya Rêber APO ya fîzîkî ew ê li ser piyan bin.

Her wiha Endaman gotin ku, têkoşîna Rêber APO ku îlhama berxwedanê dide gelan dê tecrîdê bişkîne.

Bi armanca şermezarkirina 15’ê sibatê ya Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li her çar aliyên Kurdistanê û Cîhanê dê meş û çalakiyên girseyî werin li darxistin.