LI REQAYÊ ROLA JINAN YA DI NIVÎSANDINA DESTÛRAN DE HAT NÎQAŞKIRIN
Meclisa Jinên Sûriyê ji bo nîqaşkirina rola jinan ya di nivîsandina destûr û yasayan de, li Reqayê komxebatek li dar xist.
Bi dehan jinên Reqayê, nûnerên sazî û tevgerên jinan beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de destpêkê awayê nivîsandina destûran û giringiya wê hatin vegotin.
Piştre nîqaşên taybet li ser rola jinan ya di nivîsandina destûrên welatan û danîna yasayan de hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin ku, di nava pergala Rêveberiya Xweser de jinan cihên xwe di tevahî qadan de girtin.
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û nêrînên xwe bi parve kirin.