OFÎSA JIN A TEV-DEM’Ê LI ŞEHBAYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIR
Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şehbayê bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê mîtîngek li dar xist.
Mîtîng li navçeya Fafînê ya Şehbayê hat li darxistin.
Di mîtîngê de piştî rêzgirtinê, Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de behsa hevkariya hêzên komploger ji bo dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan hat kirin, her wiha hat gotin ku, bi dîlgirtina Rêber APO re rûyê reş yê cîhanê derket holê.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin, û bang li hemû welat û rêxistinên mafên mirovan ên aştîxwaz hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin, tecrîda li ser rêber Apo bişkînin û bi awayekî fizîkî azad bikin.