Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ YÊN REQAYÊ BANGA HELWESTEKE CIDÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Partiyên siyasî yên kantona Reqayê îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û banga helwesteke cidî ji bo azadiya Rêber APO kirin.

Daxuyanî li çerxereya El-Neîm a navenda bajarê Reqayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komploya 15’ê Sibatê bi armanca têkbirina fikirê Rêber Abdulah Ocelan ku ji bo azadiya gelên bindest têkoşînek mezin meşandiye, pêk hat.

Her wiha Partiyên Siyasî di dewama daxuyaniya xwe de bang li Civaka Navnetewî, Rêxistinên Hiqûqî Û Rêxistinên Civaka Sivîl kirin ku bi erkên xwe yên hiqûqî û exlaxî rabin.

Di heman demê de bang li hemû gelên azadîxwaz ên li cîhanê hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe mezin bikin.