KONFERANSA JI BO AZADIYA RÊBER APO LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo azadiya Rêber APO de konferansek li Reqayê li darxist.
Konferans bi dirûşma “Berxwedana gelan wê dîwarê Îmraliyê bişkîne û biharekê bi xwe re bîne” li hola Meşwar a li bajêr li dar ket.
Di konferansê de Nûnerên Saziyên Sivîl û Înîsiyatîfên bi Azadiya Rêber Ocalan re têkildar in amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha Insiyatîfa azadiya Rêber Apo ya Sûriyê ve hate kirin.
Di konferansê de rastiya fermandariyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk hatin nîqaşkirin.
Çav rêye ku konferansê bi encamnameyekê bi dawî bibe.