SORXWÎN ROJHILAT.. ÎKONEYA BERXWEDANA KOBANÊ HAT OXIRKIRIN
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê fermandara YPJ’ê û gaziya Berxwedana Kobanê Sorxwîn Rojhilat li goristana Şehîd Dijla ya Kobanê oxir kirin.
Di merasîmê de teqezî li ser tolhildana xwîna şehîdan hate kirin.
Dilê wê tijî kul û çavên wê jî tijî rondik in, ev Zîlan e, hevrêya xwe ya salên dirêj Sorxwîna Rojhilatî oxir dike.
Fermandara YPJ’ê Sorxwîn ku di her kuçe û kolanên Kobanê de, şer kir û DAIŞ’ê têk bir, îro bi hezaran Kobanîyan li dora darbesta xwe ya rengîn dicivîne, da ku wê bispêrin axa ku lê parçeyek ji canê xwe dayî.
Ev darbesta Sorxwînê ye, keça Makoyê ya kezî bi hene û çavbikil ku zêdetirî 20 salên xwe dan têkoşîna azadiyê.
Dema ku sengerên cengê li Kobanê geş dibin, Sorxwîn mîna kevoka azadiyê xwe bi çek dike û berê xwe dide Kobanê. Di berxwedana sedsalê de birîndar dibe, lê qet û qet dest ji çek û bîrdoziya xwe bernade.
Fermandar Sorxwîn roja 11’ê sibatê di encama êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd dibe, wê berê gotibû min li Kobanê parçeyek ji laşê xwe da û min li wir jî bispêrin axê. hevrêyên wê daxwaza wê pêk anîn û gîyanê wê ya pak û pîroz li kêleka Rûken û Dêrsima Rojhilatî, li bintarên Miştenûra Arînan, li gel qasidên azadiyê civandin.
Ji Rojava ta bi Rojhilat dengê Sorxwîn namire, jîn dibe û jîn dide erd û ezman dagirt.