Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN DÊRIKÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ 3 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Şêniyên navçeya Dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Azadî Dêrik û du şervanên QSD’ê oxir kirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, hedefgirtina saziya gaziyên şer nîşaneya têkçûna dewleta Tirk a dagirker e.

Şêniyên navçeya Dêrikê ne, darbesta gaziya şoreşa Rojava Azadî Dêrik û du şervanên QSD’ê bi kulîlkan xemilandine û wan radestî axa pîroz dikin.

Fermandara YPJ’ê Azadî Dêrik ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûbû, roja 11’ê sibatê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê cenazeyê Şehîd Azadî û du şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî û Saziya Olî hatin kirin.

Beşdarên merasîmê gotin, hedefgirtina mala birîndaran nîşaneya têkçûna dewleta Tirk e û tekez kirin ku ew ê tola şehîdan hilînin.

Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan bi tilîlî û dirûşmeyên şehîd namirin, hatin oxirkirin.