GAZIYÊN ŞER ÊN REQAYÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIRIN
Saziya Gaziyên Şer a Reqayê derbarê salvegera komploya 15’ê de ku di encamê de Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin daxuyaniyek da, û tecrîda giran a li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Daxuyaniya Saziya Gaziyên Şer bi amadebûna bi dehan ji Endamên Saziyê li gorîstana şehîdan a kantona Reqa hat xwandin.
Di daxuyaniyê de komploya 15’ê sibatê ya ku ji aliyê dewletên disthilatdar ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku, dewleta Tirk bi kiryarên li dijî Îmraliyê re yasayên navdewletî binpê dike.
Her wiha di daxuyaniyê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin .
Di heman demê de sersaxî ji malbata şehîdên êrîşa li dijî Navenda Gaziyên Şer a li Qamişlo re xwast.