BERTEK Û NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ZÊDE DIBIN
Rêveberên bajarê Hesekê bêhiqûqiya ku li dijî Rêbertî tê kirin şermezar kir û got, dê armanca hêzên komploger a dûrxistina gel ji felsefeya Rêber APO pêk neyê.
Her wiha Rêveberan tekez kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe Rêber APO fîzîkî azad bikin.
15’ê Sibata 1999’an hêzên komploger bi armanca tunekirina nasnameya kurdan û ji holêrakirina doza wan, bi komployeke Navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.
Ji wê demê ve û heta niha Rêber APO di bin tecrîdeke girankirî tê ragirtin.
Li hember tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, gelê kurd û dostên wan li ser piyan e.
Rêveberên bajarê Hesekê bêhiqûqiya ku li dijî Rêbertî tê kirin şermezar kir û got, dê armanca hêzên komploger a dûrxistina gel ji felsefeya Rêber APO pêk neyê.
Her wiha Rêveberan anîn ziman ku, bi bilindkirina asta tekoşînê re ew ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.