PYD’Ê JI BO NIRXANDINA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ PANELEK LI REQAYÊ LI DAR XIST
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi hatina salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, panelek li Kantona Reqayê li dar xist.
Derbarê de Endamên PYD’ê gotin, armanca hêzên Komploger ji komploya 15’ê Sibatê tunekirina gelê aştîxwaz bû.
Bi nêzhatina salvgera 25’an a komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên şermezatkirinê li seranserî Kurdistan û cîhanê berdewam in.
Partiya Yekîtiya Demokratîk YPD’Ê ya Reqayê bi amadebûna Saziyên Sivîl û Leşkerî, Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê, Partiyên Siyasî, Şêxên Eşîran, Meclîsa Rêveber , Şaredarî û hejmarek ji Rewşenbîran, panelek lidar xist.
Di panelê de, sînevîzyonek li ser jiyana Rêber APO û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê hat pêşandan, her wiha bandora felsefeya Rêbertî li ser Cîhanê hat nirxandin.
Endamê PYD’ê yê Reqayê Ehmed Şêxo behsa armanca lidarxistina panelê kir û bêdengiya navdewletî ya li hember kiryarên li Îmraliyê şermezar kir.
Li aliyekî din Hevseroka PYD’ê ya Reqayê Newroz Muslim dest nîşan kir ku, mebesta hêzên homploger ji komploya 15’ê Sibatê tunekirina gelê aştîxwaz bi tevahî bû.
Panela ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ve hatibû lidarxistin bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.