Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KANTONA TEBQAYÊ 4 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Şêniyên kantona Tebqayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 4 şervanên QSD’ê oxir kirin.
Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navên Rêveberiya Xweser û Hêzên leşkerî hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, hêzên têkder dixwazin aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.
Piştre wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên her çar şehîdan bi dirûşmeyên şehîdan namirin hatin oxirkirin.