GAZIYÊN ŞER YÊN TEBQAYÊ: ARMANCA ÊRÎŞAN TÊKBIRINA VÎNA GEL E
Saziya gaziyên şer a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Fedrasyona Gaziyên Şer a bajarê Qamişlo şermezar kir .
Saziya gaziyên şer di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanc ji êrîşên berdewam ên dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya xweser û vîna gel e .
Her wiha saziyê got ku birîndarên şer ji bo armaniya herêmê parçeyên laşê xwe feda kirin .
Saziya gaziyên şer a Tebqayê Bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên hovane yên dagirkeriyê, heta serketinê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.