XELKÊN QAMIŞLO ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ YA LI DIJÎ FEDERASYONA GAZIYAN ŞERMEZAR KIRIN
Xelkên Qamişlo bi meşekê êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Federasyona Gaziyan şermezar kirin û destnîşankirin ku Dewleta Tirk bi êrîşên xwe nikare îradeya wan bişkîne.
Meş bi pêşengiya Kongra Star û bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo, endamên TEV-DEM , PYD û saziyên civaka sivîl, hat lidarxistin.
Meş ji Çerxerêya Sîvan destpêkir û li ber avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li taxa Erbewiyê, veguherî mîtîngê .
Meşvanan pankartên “Na ji êrîşên dewleta Tirk re”, “Bi êrîş û çemberan hûn nikarin îradeya me bişikînin” û “Gelên Sûriyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin” beriz kirin .
meşvanan bang li civaka navdewletî kirin ku sînorekî ji kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk re deynin .