TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER A DÊRAZORÊ BANGA AZADIYA RÊBER APO KIR
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê bi daxuyaniyekê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û ji bo azadiya rêbertî banga bilindkirina asta têkoşînê kir .
Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca dijmin ji komployê, rêgirtina li hember belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo ye .
Her wiha tevgerê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan armanc dike ku vîna gel bişkîne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê di dawiyê de bang li tevahî gel kir ku ji bo azadiya rêbertî asta berxwedanî û têkoşînê bilind bikin .