Kanala ROJAVA TV

JI BO DANASÎNA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ, LI MINBICÊ CIVÎNEK HATE LIDARXISTIN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê, ji bo danasîna komploya li dijî Rêber APO, civîneke berfireh li dar xist.
Di civînê de bal li ser tecrîd û pergala îşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne, hate kişandin.
Her wiha li ser Komploya 15 ê Sibatê jî sinevîzyonek hate pêşandan .
Beşdarên civînê tekezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin .