Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ HAT NIRXANDIN

Desteya Karûbarên Civakî a kantona Şehbayê, derbarê komploya 15’ê Sibatê de civînek li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Huner a navçeya Fafînê bi deşdariya Rêveber û Endamên Desteya Karûbarên Civakî ên kantonê hat lidarxistin .

Piştî qedeyek rêzgirtin, di civînê de behsa armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêber APO û bandorên wê hat kirin.

Hat gotin ku, dê tu kes nikaribe îradeya gelê ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye, bişkîne.

Her wiha sicviziyonek li ser roja 15’ê Sibatê hat pêşandan.

Civîn bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.