Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A MINBICÊ KONFERANSA XWE YA 3’EMÎN LI DAR XIST

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Minbicê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Bi dehan rewşenbîrên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de karûxebatên yekîtiyê yên dema derbasbûyî hatin nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin.

Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin ku pêwîst e di vê demê de qelema rewşenbîran were xurtkirin.

Piştre ji bo xebatên yekîtiya rewşenbîran yên di demên pêş de jî nîqaş hatin kirin.