CIWANÊN REQAYÊ DERBARÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DE PANELEK LI DAR XISTIN
Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, li Reqayê paneleke diyalogê li dar xist.
Panel bi amadebûna kesayetiyên siyasî, olî, çandî û çalakvanên sivîl ên kantona Reqayê bi rêve çû.
Endamê Desteya Çavdêriyê ya kantona Reqayê Îsmaîl El-Ehmed diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan domandina krîza Rojhilata Navîn e ku Rêbertî dixwaze gelên herêmê jê derxîne.
Her wiha hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê Mezlûm Hemo da zanîn ku hêzên desthilatdar dê ti carî bi ser nekevin.
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin.