YEKITIYA LÎBERAL A KURDISTANÊ KONGREYA XWE YA 5’EMÎN LI DAR XIST
Yekitiya Lîberal a Kurdistanê îro kongreya xwe ya 5`emîn bi beşdarbûna 114 delegeyan li bajarê Qamişlo li darxist.
Kongre li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna Nûnerên Partiyên Siyasî, Dezgehên Rewşenbîrî û Kesayetên serbixwe, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratêjîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û Kongra Îslama Demokratîk dest pê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo axivî û behsa yasaya yekîtiyê kir.
Her wiha rapora karûxebatên salên borî hat xwendin û deriyê nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin.
Kongra bi hilbijartina Meclîsa Cîbcîkar, desteya siyasî û serokatiyê bi dawî bû.