Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ 6`EMÎN KONGREYA MALA ÊZIDIYAN HAT LIDARXISTIN

6`emîn Kongreya Mala Êzidiyan îro bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Kongreya Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê li xwaringeha Marbêla ya li Hesekê hat lidarxistin.

Di kongreyê de Nûnerên Mala Êzidiyan, şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, TEV-DEM, Partî, Saziyên Sivîl, Oldar û Rûspiyên Êlên Ereb beşdar bûn.

Di kongreyê de Hevseroka Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm da zanîn ku lidarxistina kongreyê di vê demê de bersivdayîna êrişên dijminan e.

Her wiha sînevizyonek têkildarî karûxebatên Mala Êzidiyan hat pêşandan û peyamên pîrozkirinê hatin xwandin.

Piştî peyaman rewşa rêxistinî û rêzikname hatin nîqaşkirin.

Di kongreyê de Nalîn Reşo û Îsmaîl Delf bûn serokatiya hevbeş a nû ya Mala Êzidiyan a Cizîrê her wiha Cîhan Xûrî û Celal Xidir Hecî jî weke cîgirên wan hatin destnîşankirin.

6`emîn Kongreya Mala Êzidiyan bi encamnameyekê bi dawî bû.