LI QAMIŞLO JI BO AZADIYA RÊBER APO KAMPANYA KOMKIRINA ÎMZEYAN DEST PÊ KIR
Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir.
Endamên Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku, ew ji rewşa Rêber APO bi fikarin û daxwaza wan azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.
Li sernaserî Kurdistan û Cîhanê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, gel di nava çalakî û pêngavan de ne.
îro Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber APO ragihand.
Daxuyanî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, PYD, TEV-DEM, Endamên Saziyên Sivîl, Rêxistinên Jinan, Saziyên Hiqûqî û Şêx û Rûspiyên eşîran hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîd û pergala îşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne hate kişandin.
Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Umer ji Rojava TV re behsa armanca kampanya komkirina îmzeyan kir.
Her wiha Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed got, ew ji rewşa Serok APO bi fikarin û divê demildest tecrîda li Îmraliyê were şikandin.
Kampanya komkirina îmzeyan dê heta 4’ê Nîsanê li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike, her wiha dê îmze ji yekîtiya Ewropayê re were şandin.