Kanala ROJAVA TV

ÊZDIYÊN EFRÎNÎ AMADEKARIYA CEJINA XWE YA BÊXON DIKIN

Êzîdıyên Efrînê ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bune ji rê û resmên xwe yên olî dûrneketine û cejnên xwe pîroz dikin.
Di vê mehê de jî bawermendên Êzdayetiyê amadekariyên ceja Bêxon dikin.
Ezîdiyên Efrînî ji Rojava Tv re destnîşan kirin ku cejina Xidir Iliyas bi nasnav Bêxon ji bo wan cejneke dîrokî ye.

Bi nêz hatina cejna Xidir Ilyas bi nasnav Bêxon bawermendên Êzdayetiyê amadekariyan dikin da ku cejna xwe pîrozbikin û rê û resmên ola xwe pêk bînin.

Êzdiyên Efrînê li navenda yekîtıya Êzdiyên Efrînê li navçeya Ehdas di nava liv û tevgerê de ne.

Li gorî Êzdiyan di vê cejnê de 7 berhemên cuda yên çandiniyê tên qewrandin û piştre 3 rojan rojî tê girtin û roja pêncşemê ew berhem tê xwarin.

Koçberên Êzidî yên Efrînî ku li kantona Şehbayê dimînin li gel Rojava TV cejina xwe li tevahiya gelan pîrozkirin.

Êzîdiyên Efrînî behsa hûrgiliyên cejina xwe deikin û destnîşan dikin ku Bêxon cejneke dîrokiye.

Koçberên Êzîdî yên Efrînî ku bi darê zorê ji cih û warê xwe derketine û li kantona Şehbayê bi ceh bûne amadekariyên cejina xwe dikin.
Tevî koçberkirin û êrîşên li dijî wan jî dev ji çand û kultura xwe bernedane û her sal weke vê mehê cejina xwe bi kêfxweşî pêşwazî dikin.