TEVGERA ÇAND Û HUNERA MEZOPOTAMYAYÊ KONFERANSA XWE YA 8’AN LI DAR XIST
Di bin dirûşmeya “Bi ruhê şerê şoreşgerî em bi ser dikevin. azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çanda netewa demokratîk pêk bînin” îro Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist.
Konferansê bi tevlîbûna 200 delegeyî li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Di konferansê de hevseroka TEV- ÇAND’ê axaftina destpêkê kir û got, tevî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, em xebat û çalakiyên xwe didomînin”.
Piştre jî li ser navê Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Talat Yûnûs axivî û diyar kir ku hemû şehîdên çandê ji bo parastina çanda xwe, xwe feda kirin.
Di konferansê de karûxebatên Tev- çand’ê hatin nîqaşkirin û raporên salane jî hatin xwendin.
Biryar e konferans sibe bi encamnameyekê bi dawî bibe.