Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN: WÊRANKIRINA GORISTANÊN ŞEHÎDAN SÛCÊN DERMIROVÎ NE

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dewleta Tirk bi tevahî rêbazên kirêt hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne, Ji ber wê goristanên şehîdan ên li herêmên dagirkirî talan û wêran dike û li şûna wan mêtingeh, sûk, baregehên leşkerî ava dike.
Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dê berdêla sûcên xwe biha bide.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bêdengiya navdewletî ya li hember van sûcan şermezarkirin û banga hesabpirsînê kir.