Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ YA KOBANÊ: DÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ VÎNA GEL NEŞKÎNE

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşa dagirkeriyê ya li dijî çîftlîkeke mirîşkan a li navçeya Sirînê, şermezar kir.
Komîteya Çandinî û avdanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên dermirovî tevahî pîvanan binpê dike.
Her wiha Komîteyê destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi êrîşên xwe debara jiyanê ya gelê herêmê hedef digire .
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Kobanê tekez kir ku dê êrîşên dagirkeriyê tu carî li hember berxwedana gel nebe bend.