Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ CENAZEYÊ 5 ŞERVANÊN QSD HATIN OXIRKIRIN

Xelkên Hesekê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 5 şervanên QSD`ê yên ku di êrîşa girûpiyên girêdayî Îranê de li Dêrazorê şehîd bûne, oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê, bi beşdariya bi hezaran şêniyên Hesekê, rûspiyên herêmê, QSD`ê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê hat lidarxistin.
Li goristanê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Leşkerî ve hatin kirin .
Axêveran dan zanîn ku Ji bo gel azad be, şehîdan canê xwe feda kirin. Fedakariyên wan dê her dem di dîrokê de zindî bin.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan di nava siloganên ” Şehîd Namirin ” de hatin oxirkirin.