Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO DERBARÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DE SEMÎNEREK HAT LIDARXISTIN

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê derbarê salvegera 25 a komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, semînerek li dar xist.

Semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komployê, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Endamên Ofîs û Komîteyên Aborî û Çandiniyê ya Qamişlo beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê komploya navdewletî ya li dijî Rêber APO hat şermezarkirin û hat diyar kirin ku, komplo li dijî tevahî gelê kurd bû.

Her wiha tekezî li ser domandina berxwedan û têkoşînê hat azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin.