Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ XWEPÊŞANDANEK HAT LIDARXISTIN

Li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşandêran tekez kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê, li navçeya Qinê ya rojavayê bajarê Kobanê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşandan bi sponseriya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star di bin dirûşmeya “Têkbirina komploya 15 sibatê serxistina jiyana azad e” hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de li ser navê Kongra Star axaftin hate kirin û hate gotin, Rêber APO bi berxwedan û sekna xwe komplo vala derxist.

Xwepêşandêran tekez kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Xwepêşandana li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û Hûn nikarin roja me tarî bikin, bi dawî bû.