Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN EFRÎNÎ DI NAVA DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ DE DIXWÎNIN

Hevseroka desteya perwerdeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir ji Rojava TV re got, dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li xwendinê kirine.

Xwendekarên Efrînî jî tekez kirin ku ew di serxistina pergala xwe ya perwerdeyê de bi israr in.

Qonaxa Duyemîn ya sala xwendinê li kantona Şehbayê di bin dorpêça giran a Hikûmeta Şamê û êrîşên dagirkeriyê de bi rê ve diçe.

Tevî dorpêçê, desteya perwerde û fêrkirinê ya kantonên Efrîn û Şehbayê, li zêdetirî 70 dibistanan hewl dide proseya perwerdeyê bibe serî.

Hevseroka desteya perwerdeyê ya Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir ji Rojava TV re behsa astengiyên li pêşiya qada xwendinê dike.

Xwendekarên Efrînî yên li Şehbayê ji bo hînbûna bi zimanê dayîkê rojane bi dilekî germ berê xwe didin dibistanan û perwerdeya xwe dibînin. Ligel kêmderfetî û têkçûna dibistanan jî, mamoste û xwendekarên Efrînî di serxistina pergala perwerdeyê de bi israr in û ji bo pêkanîna wê yekê her li ber xwe didin.