LI DIJÎ KOMPLOYA 15 SIBATÊ LI ŞEHBAYÊ CIVÎNEK HATE LIDARXISTIN
Bi armanca şîrovekirina komploya navnetewî û pêkanaîna azadiya rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyî ya Parastina Rêber APO civînek li kantona şehbayê li darxistin.
Civîn bi dirûşma “Azadiya Rêber APO ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye” û bi beşdariya endamên deste, meclis , malbatên şehîdan û nûnerên Yekitiya Parêzera Efrînê hat lidarxistin.
Di civînê de bal hate kişandin ser armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotin armanc ew bû ku fikrê rêber APO tune bikin.
Di civînê de hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan rihê têkoşîn û berxwedanê di wan de çandiye.
Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û tekez kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê meş û mêtîngehan bidomînin.
Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hat pêşandan.