Kanala ROJAVA TV

JINÊN MINBICÊ RIZGARKIRINA JINEKE ÊZDÎ LI KAMPA HOLÊ PÎROZ KIRIN

Jinên Minbicê rizgakirina jina êzdî kovan xorto ji aliyê YPJ’ê ve pîroz kirin û banga xurtkirina têkoşîna jinan ji bo azadiya xwe kirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 4’ê Sibatê di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, ya ku 27’ê Çileya borî li kampa Holê hatibû ragihandin, jina Êzidî kovan xorto rizgar kir.

Belavkirina agahiyê bala jinên herêmê, bi taybt yên ku zilma DAIŞ’ê dîtine d ikşîne.

Jinên Minbicê nameya xwe ji bo gel û jinên hermên din dan û bi awayekî vekirî gotin êdî dem dema azadiya jinê ye.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Ismaîl Hisên , xebata hêzên operasyonê ku li kampa Holê kirine spas kir û bang li civaka navnetewî kir ku çareyekê ji kampa Holê re bibînin.

Endama mala jinê ya Minbicê Yusra Ehmed jî tekez kir ku dewleta Tirk sedema bingehîn ya ketina DAIŞ’ê di nava Şengalê de ye.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê 10 rojan dewam kir û bi deha çete tev çek û amûrên wan yên têkbirina ewlehiya herêmê desteserkirine.