LI MINBICÊ JI BO JINAVBIRINA MADEYÊN HIŞBIRÊ ÇALAKÎ TÊNE LIDARXISTIN
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hişyarkirina civakê li ser bandorên madeyên hişbirê, dest bi lidarxistina çalakiyan kirin.
Çalakî bi hemahengiya saziyên Rêveberiya Xweser, komîteyên hundirîn û Perwerdeyê bi rê ve diçin.
Çalakî li dibistana amadehî ya Minbicê li dar ket û dê li tevahî dibistanên kantonê dewam bike.
Di çalakiyê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn broşorên têkildarî bandorên bikaranîna narkotîkê belav kirin.
Endamê Nivîsgeha Tenduristiyê Tariq Bekûr axivî û behsa zirarên narkotîkê yên li ser mirov û civakê kir.
Tariq Bekûr got: “Di qonaxa yekemîn de em ê çalakiyan di dibistanên amadehî û navîn de li dar bixin, dûre biçin dibistanên gundewar û piştî wê beşên civakê tev de ji van xetereyan hişyar bikin.”