Kanala ROJAVA TV

MECLISA JINÊN SÛRIYÊ JI BO ŞÎROVEKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ SEMÎNEREK SAZ KIR

EBÎR HESAF - ENDAMA MECLISA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Meclisa Jinên Sûriyê bi hemahengiya rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl ji bo şîrovekirina hevpeymana civakî ya rêveberiya xweser, semînerek li bajarê Qamişlo li dar xistin.
Semîner ji aliyê endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf ve li avahiya Meclisê ya li taxa kornîş hate dayîn .
Ebîr Hesaf bal kişand ser girîngiya hevpeymana civakî ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Her wiha destnîşan kir ku hevpeymana Civakî mafê tevahî gelan diparêze .
Piştre bi berfirehî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin û şîrovekirin .