Kanala ROJAVA TV

KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO BI AWAYÊN CUDA DEWAM DIKE

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo şermezarkirin û destnîşankirin ku Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye .
Her wiha tekez kirin ku Rêber Apo zîndana Îmraliyê veguherand akademiyekê û bi parêznameyên xwe paradîgma netewa demokratîk pêşxist.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Rêber Apo ji zêdetirî 24 salan ve li girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye û tecrîdeke giran li dijî rêbertî tê ferzkirin.

Gelê Kurd ji her demê zêdetir bi pêşengiya Rêber Apo li ser pêyane û li dijî sîstemên qirker û komploger têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin.

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD destnîşankirin ku Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye .

Her wiha Endamên PYD tekez kirin ku Rêber Apo zîndana Îmraliyê veguherand akademiyekê û bi parêznameyên xwe paradîgmaya neteweya demokratîk bipêşxist.

Rêber Apo bi van gotinan bal kişandibû li ser armancên hêzên komploger û gotibû, Di şexsê min de xwestin gelê kurd qir bikin. Bi vê komployê xwestin ji nûve li rojhilata navîn destwerdanê bikin.