Kanala ROJAVA TV

LI GEL ZIVISTANA SAR KOÇBERÊN EFRÎNÎ LI ŞEHBAYÊ RASTÎ ÊRÎŞ Û DORPÊÇÊ TÊN

Li gel sermaya giran a zivistanê koçberên Efrînî yên ku di kampên şehbayê de dijîn rastî dorpêça bênavber a hikûmeta Şamê tên.

Koçberê Efrînî Mihemed Dada, got, siyaseta Şam û Tirkiyê mîna hev in, herdu jî êşên wan zêde dike.

Koçberên Efrînî ku 6 sal in di kampên Şehbayê de dimînin, li gel zivistana sar û kêmbûna pêdiviyên jiyanî, êşa êrîşên dagirkeran û dorpêça Hikumeta Şamê dikşînin.

Bendên Firqeya 4’an a Hikûmeta Şamê li ser rêya di navbera Heleb û Şehbayê de rê li ber derbasbûna madeyên sereke yên jiyanê digirin
.

Koçberê Efrînî Mihemed Dada ku li kampa Serdemê dimîne, got, siyaseta Şam û Tirkiyê mîna hev in, herdu jî êşên wan zêde dike.

Li aliyekî din, Hevserokê Meclisa Kampa Serdem a Efrînê Mesûd Xalo diyar kir ku, armanca êrîşên Tirkiyê û dorpêça Hikumeta Şamê dûrxistina gel ji Efrînê ye.

6 sal in bi hezaran koçberên Efrînî li kamp û gundên Kantona Şehbayê dijîn.

Tevî dorpêça giran a hikumeta Şamê ya li ser hrêmê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bêserûber, berxwedana xwe didomînin.