Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYÊ JI BO PARASTINA CÎHANÊ JI TERORÊ BI ROJAN ÇAV VEKIRÎNE

Di her sê qonaxên oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” de ku li Kampa Holê hatin lidarxistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê xwe girtine û tevî hêzên leşkerî di nava lêgerîn û paqijkirinê de ne.

Rêveber û Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji Rojava TV re behsa qonaxa sêyemîn a operasyonê kirin û gotin, erka wan parastina gel ji teror û dagirkera ne

Bi şev û rojan, di serma û germayê de ji bo ku cîhanê ji xetertirîn teror biparêzin, canê xwe dane ser milê xwe û çavên wan her vekirî ye.

Ev ê ku em behsa wan dikin, Hêzên Ewlekariya hundirîn in, parêzvanên xaka pîroz in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji dema avakirina Kampa Holê ve, wekî hêzên parastinê li kampê dimînin û rê li ber hewldan, plan û kiryarên malbatên çeteyên DAIŞ’îdigirin.

Di her sê qonaxên oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” de Hêzên Ewlekariyê cihê xwe tê de girtine û tevî hêzên leşkerî di nava lêgerîn û paqijkirina Kampê de ne.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn gotin, erka wan parastina gel ji teror û dagirkerane, êrîşên Tirkiyê dê bandorê li armanca wan a oparasyonê neke.

10 roj in operasyon bi lêgerîn û paqijkirinê berdewam dike, heta niha şervanên YPJ’ê jineke êzidî rizgar kirin, 40 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê ku yek ji wan serçete bû hatine girtin, her wiha gelek çek û cebilxane hatine destserkirin.